Xalo - Sivan Perwer

Xalo

Sivan Perwer

00:00

03:00

Similar recommendations

Lyric

Ji bo bîranîna Kawîs Axa

De xalo, xalo, xalo

Çemê çetelê çemekî sar e xalo

Wî de çemê çetelê çemekî sar e

Kesî xêrxwaz e ciwabekî bibe ji xalê minî Evdo bigire

Belê, çemê çetelê deşta potîn e

Welatê xerîb û xurbetê karê xwe bike xalo

Belê, bendê ronîya bendekî giran e xalo

Destê min di kelepçê de rizîyane xalo

Wî de xalo, xalo, ez girtime oy li xerîbîyê

De xalo, xalo, xalo

Çemê çetelê, çemekî bi genim e xalo

Wî de çemê çetelê çemekî bi genim e

Eskerê romî destê min xistin kelepçê

Berê min dane rêka dûr, ez nizanim kuda diçim

Belê, bendê ronîya bendekî giran e xalo

Destê min di kelepçê de rizîyane xalo

Wî de xalo, xalo, ez girtime oy li xerîbîyê

De xalo, xalo, xalo

Çemê çetelê, çemekî bi repin e xalo

Wî de çemê çetelê çemekî bi repin e

Kesî xêrxwaz e ciwabekî bibe ji xalê minî Evdo bigire

Belê, çemê çetelê deşta potîn e

Welatê xerîb û xurbetê karê xwe bike xalo

Belê, bendê ronîya bendekî giran e xalo

Destê min di kelepçê de rizîyane xalo

Wî de xalo, xalo, ez girtime oy li xerîbîyê

- It's already the end -